Guldesteyek ji Dîwanên William Butler Yeats


'Mirin Niqutî Dilê Firokevanekî Îrlandî'
William Butler Yeats

Helbest

Ji Îngilîzî: Kawa Nemir

Weşanên Sî - Stenbol

Çapa Yekemîn: 2002




Li Biniya Baxên Darebiyan

Li biniya baxên darebiyan, dildarê û min me hev dî;
Ew di baxên darebiyan re bihurî hat bi piyên çîlspî.
Gote min ku guh nedim evînê, wekî pel werar bin li ser darê;
Lê minê bi wê re, minê naşî û hişsivik, min guh neda wê.

Li zeviyeke li ber çêm, dildar û ez em rawestiyan,
Wê destê xwe yê çîlspî danî ser sermila min a bêşiyan.
Gote min ku guh nedim jiyanê, wekî gîha di delavan de rabe;
Lê ez naşî û hişsivik bûm, niha dibarînim hêsirên çavan e.

[1888] 1889

William Butler Yeats
Ji Îngilîzî: Kawa Nemir