Selpakfiroş



Selpakfiroş
Kawa Nemir

Weşanên Rewşen-nameyê
Rêza Helbestê:1
ISBN 975-92316-0-3
Çapa Yekemîn: Gulan 2003, Stenbol


Selpakfiroş

(...)

IV
Dilivim, dizivirin katên zarokatiyê û tune dibin.
Mija ku bûye hirî li ser serê baxçeyê nemir,
xwe ditelîne li nava spîndarên gewrijî.
Lolo çemê ku ji kaniya xirbende dikişe,
Lêlê ava ku ji sibehê de li me nalînî û gurmînî ye,
tenîsk tenîsk rabe ji navika deştê de,
çolistana xemê fireh dibe, daristana demê mirar dibe,
binxet û berxet di dil de mezin dibe,
vegere aramiya xwe ya ku me dike qeran,
me qeranan dike xwedîzozanên berdîberdan.

(...)