Pêşengno! Lo Pêşengno!



Lo Kaptano! Wey Dilê Mino!

Lo Kaptano! wey dilê mino! dawî li sefera me ya sawnak hat,
Keştî ji her tofanê filitî, xelata ku em li pey bûn bi dest ket,
Xuya bû bender, zingîniya zengilan e dibihîzim, xelk lex me ve hatiye,
Çav li sîngê keştiya kihêl, keştiya me ya dûrî seriyan û mêrxasan e;
Wey dil! dilo! wey dilo!
Jê diçe dilopên sorgevezo,
Li gowerteyê ramediyaye Kaptanê min,
Sikîsar û bê ruh û cano.

Lo Kaptano! wey dilê mino! hela rabe guh bide zengilan;
Rabe - al li ba dibin bo te - bo te dilîlînin borîzan,
Bo te gul û sosin û tacegulên heftreng - heşirmîzan in perav bo te,
Gazî te dike, xelkê ku dimilmile, rû arezûdar, matmayî bo te;
Kerem bike Kaptano! mîrê mino!
Serê xwe bikute milê mino!
Dihate bîra kê, li ser gowerteyê,
Tu, sikîsar û bê ruh û cano.

Deng ji Kaptanê min biliyaye, lêv lê qusikîne, bê deng û bê eman,
Mîrê min milê min seh nake, ne rehjen tê maye, ne jî vîn û viyan,
Keştiyê lenger avêt bi saxî û silametî, rêwîtiyê axirî bi xwe re anî,
Ji sefera tofanî, keştiya serfiraz, dikeve hundir bi xelata bi dest ketî:
Pîroz bikin peravno, bikin zingînî zengilno!
Lê ez li gel raxeya reşgirêdayiyo,
Gav dikim gowerteya Kaptanê min lê ramediyaye,
Sikîsar û bê ruh û cano.
1865 1871

* Ji wergera min a ji Walt Whitman, Pêşengno! Lo Pêşengno!, 101 helbest, 135 rûpel, Avrêl 2004, Weşanên Bajar, Stenbol

Bîşenga Deşta Dûr


Pîrê, Baxçe û Adar*

Pîrê** li ber caxên pencereyê
bayekî spî yî bê lekan, hêlekan
pêgermokan digerîne li ser sîseqerqaşiya berfê
sêv serma dikin

hê xeber nîne ji havîna Deşta Îdirê
çivîk li ser darê serma dikin

Adareke tembûrî ye baxçeyê me
Kurdewarî diguvin daniştvanên çila
yek yek nas bikin:
ev, Hirmiya şêranî
ev, Gêlaza xwînî
ev, Bîşenga helbestî
ev, Xoxa xunavî
ev, Mişmişa banî
ev, Sêva zivistanî

li ba me, li wan deran
bîstê Adarê zivistan e
bîst û yekê wê, li bêxçe bihar e

Dayê, gulîbirrê, Xwezayê
ez di bextê te de me
bi bêriya te ketime, boşhal im
ji janan jan diceribînim
ji halê xwe re dibêjim
diya min a dilhebîniyê
min dîsa bihebîne, ez kurê te me

1 Pûşper 1999 / Bahçelievler - Stenbol

* Ji dîwana min a duduyan, Bîşenga Deşta Dûr, rûpel 20, Weşanxaneya Lîs, Gulana 2006'an, Amed

** Navê bagereke destpêka Adarê ye. Jê re Gîskê Pîrê jî dibêjin.

Kawa Nemir




Kawa Nemir • Helbestkar, wergêr, nivîskar û edîtor. Di 29’ê Gulana sala 1974’an de li Îdirê ji dayîk bû. Li Zankoya Hacettepeyê ya Enqereyê û li Zankoya Stembolê demekê Ziman û Wêjeya Îngilîzî xwend. Piştî wê, di para Ziman û Wêjeya Yewnanîya Kevin a heman zankoyê de du salan xwend. Edîtorîya kovara mehane ya bi navê Jiyana Rewşenê ya çandî, hunerî û wêjeyî kir, di pey re jî, edîtorîya kovara Rewşen-Nameyê.
Di sala 2003’yan de weşanxaneyeke bi navê Bajar damezirand.
Wî heta roja îro berhemên birrek helbestkar, çîroknûs, romannûs û şanonûsên bijarte yên ji wêje û şanoya Îngilîzî, Emerîkan, Îrlandî û Tirkî kirine malê zimanê Kurdî. Wî bi tenê ji Îngilîzî bo Kurdî ji 7000’î zêdetir helbest wergerandine Kurmancî.

Berhemên wî:

Helbest:
- Selpakfiroş, Çapa Yekem: Rewşen-Name, Gulana 2003’yan; Çapa Duyem: Lîs, Kewçêra 2014’an
- Bîşenga Deşta Dûr, Çapa Yekem: 2006, Lîs; Çapa Duyem: 2016, Lîs
- Salname, Lîs, 2009
- Bêdengî û Tiştên Din, Lîs, 2012
- Kevirên Bendewarîyê, Lîs, 2015
- Morana Gerdûnê, Bayê Labûte, haîkû, Lîs, 2017

Kurteçîrok:
- Çavdêriyên Barbarekî, Lîs, 2011

Werger:
- Gilgamêş û Çend Mythosên Din, mîtolojî, Jiyana Rewşen, 2000
- Mirin Niqutî Dilê Firokevanekî Îrlandî, William Butler Yeats, helbest, Sî, 2002
- Pêşengno! Lo Pêşengno!, Walt Whitman, helbest, Bajar, 2004
- Welatê Bejî û Deh Koroyên “The Rock”ê, T. S. Eliot, helbest, Bajar, 2004
- Ji Çîn û Maçînê + Hemû Berhemên Helbestî yên T. E. Hulme, Ezra Pound & T. E. Hulme, helbest, Bajar, 2005
- Sisli Şehir, Jan Dost, roman, Beybûn, 2006
- Pûşpera Gêlazan / Kirazların Haziranı, Mehmet Çetin, helbest, li gel Lal Laleş, Lîs, 2008
- The Complete Sonnets of William Shakespeare / Hemû Soneyên William Shakespeare, helbest, Lîs, 2010
- Diyarbekir El Sallıyor/Diyarbekir Dest Li Ba Dike/Diyarbekir is Waving Its Hands, Şeyhmus Diken, danasîna bajêr, wergera wê ya bo Kurdî û Îngilîzî, Lîs, 2011
- Naûm Faîq, nivîsên wî yên di kovara Beth-Nahrînê de, wergera wê ya bo Kurdî, Lîs, 2011
- Taxa Filla, Migirdiç Margosyan, kurteçîrok, wergera wê ya bo Kurdî, Lîs, 2011
- Ev nameya min e ji Cîhanê re, Emily Dickinson, helbest, Lîs, 2011
- Piling, William Blake, helbest, Lîs, 2013
- Xewna Şeveke Havînê, William Shakespeare, şano, Lîs, 2013
- Hamlet, William Shakespeare, şano, Lîs, 2013
- Erdên Bihuştê yên Winda, Yavuz Ekinci, roman, Doğan Kitap, 2013
- Tramwaya Viyanê, Tennessee Williams, şano, Weşanên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, 2013
- Bartlebyê Nivîsevan, Herman Melville, novel, Lîs, 2014
- Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin, Stephen Crane, helbest, Lîs, 2014
- Şêweyên Dîtinê, John Berger, huner, Weşanên Akademîya Sînemayê ya Rojhilatê Navîn, 2015
- Stranên Evînî, Sara Teasdale, helbest, Lîs, 2015
- Pen Li Seyrangehê, Raşel Meseri, pirtûka zarokan, Habitus Minör, 2015