Erebê Şemoyê ku em ji qapûtê wî de derketin


“Gelê Kurd bi zimanê nivîskarê xwe Ereb Şamîlov qise dike…” (Maksîm Gorkî)

Erebê Şemoyê nivîskarê Êzidî-Kurd, ku Maksîm Gorkiyê nivîskarê mezin ê Rûs wî wisa dinirxîne. Ku Stalîn ew sirgûnî Sîbîrê kiriye, 20 salan pê ve li wan deran, di nava şert û mercên kuj de ew dane ber olamkêşî û suxrekêşiya pergalê, xistine heps û zindanan, ji ber ezmûna zarokatiya xwe ya di nava zorî û zehmetiyan de derbas bûyî, dîsa jî pêdagirî kiriye û nemiriye, bavê romana Kurdî, romannûsê nivîskarê romana Şivanê Kurmanca ya ku di dîrokê de romana Kurdî ya pêşîn e, rojnamevan, mamoste û siyasetmedar. Erebê Şemoyê ku Kurdekî Êzidî ye, li gorî serçaweyeke ku ciyê gumanan e, di 23’yê Kewçêra sala 1897’an de, li Sûsiza bi ser Qersê ji dayîk bûye, Qersa ku wê hingê di destê Ûris de bû. Bi xwe çi qas jî endamê kasta Şêxên Êzidiyan bûye, malbata wî hejar bû û ew zarokê sisiyan ê vê malbatê bû. Bavê wî, li Qersa pirr-reng û pirrçand, ku şêniyê wê ji Kurd, Ermenî, Ecem, Terekeme, Hurum û Malaganan pêk dihat, ji axa û begên van gelan ên maldar re paletî, şivanî û gavanî dikir, debara malbata xwe wisa dikir. Ereb jî zarokatiya xwe di nava van şert û mercên dijwar de derbas kiriye, bi karên li gorî temenê xwe giran ên wekî berxvanî û şivaniyê rabûye, dûajotiya bavê xwe kiriye. Û îro ev yek zêde nayê zanîn, lê Sûsiza ku ciyê jidayîkbûna Erebê Şemo ye, wê hingê, di nava bastûra serjimara herêmê ya kozmopolît de, devereke Kurdên Êzidî bû, piştî şetele û şûhika di navbera salên 1925 û 1920’an de li Ermeniyan û Kurdên Êzidî qewimî, îro li wê deverê li ser banên Kurdên Êzidî kund dixwînin.

Bûyerekê jiyana Erebê Şemoyê ku di nava van şert û mercan de mezin bûye, ji binî ve guherandiye. Erebê ku zarokekî rûnerm, bîrbir û jêhatî bû, wê hingê li dibistana Malaganan a Rûsî ya Aleksandrovkiyê, karên paqijiya dibistanê û xulamtî dikir. Mamosteyê ku bi zîrekî û xebatkariya Ereb dihise, gelekî guh dide ser Ereb, keça mamostê ya biçûk, Marûsya, rojekê pirtûkeke elfabeya Rûsî tîne dide Erebê biçûk, bi alîkariya Marûsyayê jî, Ereb kingê ku hema ji kar vala dibe, di wê navekê re xwe bi xwe hînî xwendina bi Rûsî dibe. Mamosteyê ku vê yekê dibîne, qeyda Ereb li pola xwe çêdike, pere jî jê nastîne.

Erebê Şemoyê ku bi vî awayî gava xwe avête nava fêrbûna Rûsî, çi qasî mezin dibû, ew qasî dest pê dikir paktir didît bê ka gelê Kurd di binê zordestî û pêkutiyên navxweyî û dereke de çawa dikire nalenal. Dest pê kir fam kir riya têkbirina vê zordestiyê ew e, ku zanist hebe, guherîn çêbe û hevkarî bi komên pêşverû yên hemû gelan re bê kirin, bi vî awayî jî, bi bandora Şoreşa Kewçêrê ya Bolşevîk jî, ku di nerma xwe de ranêzîk dibû, dest pê kir baweriya xwe bi şoreşê anî. Malbatên ji gelên cihêreng ên ku ew li cem dixebitî bi Kurdî nizanibûn û wî nasiya xwe dabû gelek mirovên ji civatên cuda, lewma jî wî dest pê kir fêrî zimanên Ermenî, Osmanî, Rûsî, Gurckî, Elmanî û Ezerî bû, bi xwe jî fêr bû mîna zimanê xwe yê zikmakî bi wan zimanan biaxive û binivîse jî. Vî aliyê wî yê ji cîhanê re vekirî hişt, ku ew paşê gelek karan bike û di hemû karên xwe de, di wêjeyê de û di hemû jiyana xwe de bi bayê bezê bi pêş ve here. Ji ber van zimanên ku wî pirr baş dizanibû, ji ber ku çandên din ên li welatê xwe ji nêzîk ve nas dikir û ji ber ku pirr dixwend, wî di romanên xwe yên bi navê Şivanê Kurmanca, Dimdim, Jiyana Bextewar, Hopo û Berbangê de asteke çavdêriyê ya heta bibêjî bes rastkîno û rast zeft kiriye.

Ji bilî wê bûyera têkildarî dibistanê, tiştekî din jî bi serê Erebê Şemo de hatiye, ku jiyana wî careke din pê hatiye guherandin: Sala ku şerê Tirk û Ûris dest pê kir, taxbûrên Ûris ên perê gundê wan ji xwe re kirî baregeh, dibihîsin, wekî di gund de xortekî Kurd heye, bi gelek zimanan dizane. Bi dest xwe re dişînin pey, di artêşê de karê wergêriyê didine wî. Bi vî awayî, Ereb di navbera salên 1914-1916’an de li dijî Tirkan şer dike. Di şêr de, bi birrek Rûsên rewşenbîr re dibe heval, şoreşgeran nas dike, zêhna wî geş dibe. Sala 1916’an, li Qamuşanê, di çêkirina xeta trênê de dixebite, tevî refên şoreşgeran dibe, di nava xebatên îllegal de dibe şoreşgerekî bi dilê me û we. Vê hingê tê girtin, lê endamên saloxgeriya Çar ji xwe re baweriyê pê tînin, wekî Kurdekî Êzidî wê nikaribe ji siyasetê fam bike, lewma jî di ser re hê tiştek derbas nebûyî, wî berdidin. Piştî demekê, diçe bajarê Stavrapolê yê Rûsyaya ku êdî Şoreşa Kewçêrê lê rabûbû ser zîn, tevî artêşê dibe, dibe endamê Partiya Kominîst a Bolşevîk.

Şemoyê ku derz kiriye, wekî zankoyê nexwîne, nabe, di sala 1920’î de, qeyda xwe li Zankoya Lazaryanê ya Moskovayê çêdike, heta sala 1924’an li wir dixwîne. Di pey re jî, tevî Polîtbîroya Partiya Kominîst a Ermenistana êdî bûyî parçeyekî Sovyetan dibe. Di hemû xebatên partiyê yên ku bi xwe dikir de, ji bo daxwazên gelê Kurd ê li herêmê bi paş de mayî û ji bo guherîna wî ya civakî, mîna balyozekî her gav der gav di navbera Moskovayê û gelê Kurd de diçe û tê, ji rojname û kovaran re nivîsan dinivîse, di vê navê de, êdî dest pê dike bi Kurdî deqên wêjeyî jî dinivîse.

Sala 1927’an, bi daxwaza Komsêriya Çand û Perwerdeyê ya Ermenistanê, biryara ku ji bo Kurdan elfabeyeke bi Latinî bê çêkirin tê girtin û vî karî dispêrine Erebê Şemo û kurdzanê Asûrî, Îsahak Marogûlov. Ev elfabe piştî salekê bi serfirazî tê kutakirin, ku tê zanîn di dîrokê de elfabeya Latinî û Kurdî ya pêşîn ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve hatiye çêkirin, lê ev bawerî şaş e. Ji ber ku bi vê elfabeya Ereb û Îsahak a ku ji Kirîlî û Latinî hatibû berhevkirin, di sala 1930’yî de rojnameya Riya Tezeyê dest bi weşana xwe kiriye, lêbelê Bedirxan dest pê kiriye kovara Hawarê bi elfabeya Latinî di sala 1932’yan de derxistiye.

Erebê Şemo nivîskar û rewşenbîrek e, ku di warên wekî ziman û perwerdeya Kurdî de gelek tiştên pêşîn bi ser xistiye, heke em li vir qala hemûyan bikin, em ê nikaribin biqedînin. Yên ku mereq dikin, dikarin bi gelek çavkaniyan ve xwe bigihînin xwendinên bihûrgilî, lê pêşniyara min ew e xwendevan pêşgotina berfireh a Şivanê Kurmanca ya ku romana bi Kurdî ya pêşîn e û çapa wê ya pêşîn di sala 1935’an de hatiye kirin bixwîne; Mistefa Aydoxan ev edîsyon bi kedeke mezin kiriye û ev pêşgotina berfireh nivîsandiye. Serbûriya ecêba giran a vê romana Erebê Şemo, ku di sala 2008’an de ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hatiye weşandin, heq dike ji aliyê her kesekî ve bê zanîn. Wekî din jî, ez romanên Dimdim û Hopo yên ku sê sal berê min edîtoriya wan kiribû û dîsa ji aliyê Lîsê ve hatibûn weşandin, ne bi dilekî, lê bi heft dilan pêşniyar dikim xwendevan bixwînin. Ev qorzîberên romana Kurdî divê bi gavekê leztir bêne xwendin, lê bi raya min, romaneke mîna romana Dimdim, ku hê jî bi berhemhênaneke mezin adapteyî sînemayê nehatiye kirin, tevî Hewarîya Heciyê Cindî, klasîkeke berra ye. Ez soz didim van di rojnameya me de bikim mijara nivîsên fireh û bo niha vê behsê li vir dihêlim.

Ji bo Erebê Şemoyê kesayetê mezin ê Kurd ê ku di 21’ê Gulana sala 1978’an de li Yêrêvanê mir – ji ber ku nivîskarê romana Kurdî ya pêşîn e – bi boneya Gogol, min got, Erebê Şemoyê ku em ji qapûtê wî de derketin. Ji bo ku ev yek riya me bibe ser xwendinên nû, ez pêşniyar dikim hûn Selpakfiroşa min careke din bixwînin. Yek jî ez tiştekî ji Têmûrê Xelîl neqil bikim: “Erebê Şemo, dema ku li Sîbîrê, li sirgûniyê bû, bi salên dirêj di hepsê de maye. Ereb, ji bo ku zimanê xwe yê zikmakî, Kurdî ji bîr neke, timî xwe bi xwe re çîrokên Kurdî gotine.”

Her wekî helbestkarê mezin Ovîd ê ku ji aliyê împarator ve ji Romayê hatiye sirgûnkirin, berê wî dane Romanyayê. Hemû riyên jiyanê di nivîsê de hev dibirrin, ji bo ku hûn bikaribin wê hevbirrînê zeft bikin, pêşniyara min li we, ka carekê jî bi vî şêweyî bixwînin.

Kawa Nemir