Salname

Salname (Helbest)
Kawa Nemir

Weşanên Lîs
Çapa Yekemîn: Gulan 2009

Gotinên Ku Li Rêbûriyê Hatine Gotin
nikarim berdim
geşta li etleza helbestê ya razbar
her jiyîna veşartî her bi wî awayî

kedera çolistanê kesera avê

xezalên mirî

li miyandawa peyvan a dilê min

digihên şopên xwe

peyveke kevin
berkeniya maran e êdî
berkeniya qerisî
peyvek e li rêbûriyê hatiye gotin
- kesera ku nayê berdan
paşê

bagera ji ber xwe mayî
didî bi pêşnumaya nexşeçolistanekê -


tê digihîjî tu têk çûyî
dibî katibê şopên xwe
qesasê serê kelaxên peyvan
çolistana li nava te vediguhere obsîdyenê
dimirin xezal
berdidî dev ji

yên ku tu nikarî dev jê berdî

1 Kewçêr 1996 / Stenbol