Qanatê Kurdo: Yek ji baskên çanda me
Merg û jîn mîslî sêber û taw e
Ewî baqî bimînê her naw e
Hecî Qadirê Koyî
Kurdnas Qanatê Kurdo. Akademîsyen û nivîskarê Kurd-Êzidî yê ku di sedsala 20. de, di heyama Yekîtiya Sovyetan de, wekî gelek akademîsyen û nivîskarên endamên nifşê xwe, di warekî berfireh de, ku ji kurdnasî, zimanzanî, zargotinzanî, ferhengzanî, etnografya, dîroka wêjeyê, olnasî û çanda Kurdan pêk dihat, birrek berhem afirandine. Bi raya min, Kurdo, di dîroka nûjen a çanda Kurdan de, ji awirê xebatên li dû xwe hiştî û diyarkirina riya ku çanda me tê de biçe ve, pêwîst e mîna Heciyê Cindî, Celadet Bedirxan, Kamiran Bedirxan, Erebê Şemo, Emîn Zekî, Eladîn Secadî, Gîwî Mukriyanî, Evdila Goran û Cegerxwîn bibe mijara lêkolîn û tezan û yek ji wan kesayetan e, ku nirxên wan ên berra hê jî bi tûnî nehatine naskirin, lê hemû jiyana xwe gorî ziman, çand û wêjeya Kurdî kirine. Evdila Peşêwê ku yek ji mezintirîn helbestkarên me yên sax e, di saxiya wî de, sala 1974’an, Qanatê Kurdo nas kiriye, dîsa wekî Peşêw neqil dike, Kurdo, tevî ku hemû jiyana xwe li dûrî welatê xwe derbas kiriye, yek ji wan kesan bûye, ku ji darên wî bigirin heta teyr û tewalên wî, bi eşqeke mezin bûne dilsozên welatê xwe û ji biçûktirîn tiştên têkildarî ziman, çand û wêjeya welatê xwe berhemine çapfireh hilberandine. Profesorê Kurd, Qanatê Kurdo, ku di jiyana xwe ya akademisyeniyê ya 50 salan a li nava sazî û dezgehên Kurdan ên li Yekîtiya Sovyetan bihurandî de, di warên zimanzanî, dîroka wêjeyê, zargotinzanî, ferhengzanî û kurdnasiyê de, mamostetiya akademîsyen M. Rûdenko û akademîsyenên Kurd ên girîng ên wekî Şemzînî, Memed Nazarov, Eskerov Şamil, Maksîmê Xemo, Huseyn Hebeş, Nesrîn Fexrî, Marûf Xeznedar, Evdirehman Hecî Marûf û Zera Ûsivê kiriye, bûye yek ji wan kesan, ku li Sovyetan warê kurdnasiyê damezirandine û li pey xwe şopên wisa hiştiye, ku wê her û her di dewsa xwe de bimînin.
Qanatê Kurdoyê kurê malbateke xizan î cotkar, 1’ê Rezbera 1909’an, li navçeya Sûsizê ya Qersê ji dayîk bûye. Qanatê Kurdo jî, wekî bi dehan hezaran mirovên hevnifşê xwe, di serê sedsalê de, ku komkujiya Ermenî û Êzidiyan qewimiye, li serê rê û dirban ji malbata xwe gelek kes winda kirine û kariye xwe bigihîne Sovyetan. Piştî ku dibistana seretayî û navînî li bajarê Tiflîsê yê Gurcistanê xwend, ku li Tiflîsê Kurd gelek bûn, di sala 1928’an de, Partiya Kominîst a Ermenistanê ew ji bo xwendina zankoyê şande Lenîngradê, Kurdo li wir di Zankoya Karkeran de xwend. Piştî ku ji vir derçû, di Enstîtuya Dîrok, Felsefe, Zimanzanî û Wêjeyê ya Lenîngradê de hate qebûlkirin. Di navbera salên 1936 û 1939’an de, di Fakûlteya Zimanzaniyê ya Zankoya Dewletê ya Lenîngradê de doktoraya xwe bire sêrî. Di navbera salên 1939-1941’ê de, di Enstîtuya Etnografyayê ya Akademiya Zanistan a Sovyetê de, wekî akademîsyen xebitî. Salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn, wekî gelek hevçaxên xwe, li dijî dagiriya Naziyan, ji bo parastina Sovyetan, tevî şer bû, li Lenîngradê, li kargeheke bi navê Zarya salekê xebitî. Di pey re, di Dibistana Topavêjiyê de xwend, di navbera salên 1943-1945’an de, li Eniya Duyemîn a li herêma Baltikê, li pêşeniyê şer kir, ji ber bikêrhatina xwe ya di şer de, rewayî Mîdalyaya Stêrka Sor hate dîtin.
Piştî şer, Qanatê Kurdo dest pê kir di Fakûlteya Ziman û Çandên Rojhilat a Zankoya Lenîngradê de dersên Kurdî da. Sala 1946’an jî, derbasî Şaxa Lenîngradê ya Enstîtuya Ziman û Çandên Rojhilat a Dewletê bû, di warê ziman û çanda Kurdî de xebitî, bi taybetî jî li zaravazanî, ferhengzanî, deqnasî, zargotinzanî, dîroka wêjeyê, dîrok û etnografyayê hûr bû, li gel vê yekê, giraniya xebatên xwe da ser lêkolînên li ser zimanê Kurdî.
Ji bo ku em tê bigihîjin bê di roja îro de rebeniyeke çawa ye, wekî partiyeke durû ya ku dil heye Pirsa Kurd bêyî Kurdan çareser bike, lewma jî ji heft bîran avê dikişîne, ez rast li vir jêneger dibînim vê nimûneyê ji dîrokê bînim: Kursiya Kurdnasiyê ya ku ji aliyê mamosteyê Kurdo, Î. A. Orbelî ve, di binê banê enstîtuyê de hatibû damezirandin, bi biryareke fermî ya ku Orbelî bi xwe di 28’ê Reşemiya sala 1959’an de dabû derxistin, kete rewşeke serbixwe ji Enstîtuya Lenîngradê, akademîsyenên wekî Qanatê Kurdo, Rûdenko, Sûkerman, Mûsaelyan û Zera Ûsiv, bi serokatiya Orbelî, wekî tîmeke xurt, di warê ziman, çand û etnografyaya Kurdî de xebatên mezin bi ser hev de anîn û ev enstîtu di van waran de li cîhanê bû navendeke girîng. Piştî mirina Orbelî jî, Qanatê Kurdo bû serok û wî heta mirina xwe gelek akademîsyenên Kurd û biyanî gihandin.
Di van salên akademîsyeniya xwe de, Kurdo xebatên xwe dabeşî ser nivîsandina rêzimanên zaravayên Kurdî, lêkolîna berawirdî ya zaravayan û cuda cuda pêkanîna ferhengên zaravayan kir, pê berdewam bû. Her yek ji van xebatên Kurdo dîrokî ye û girîng e, ji ber ku wî dixwest ji hemû kursiyên têkildarî zimanê Kurdî re bi têra xwe kerese bihêle û yek jî dixwest hewildanên beşek ji akademîsyenên Rojavayî û Rojhilatî yên mîna MacKenzie, David MacDowell, Sabolov, Mann, Benediksen û Christensen bi şêweyekî zanistî pûç bike, ku dixwestin zaravayên Dimilkî û Goranî yên Kurdî bikin malê Farisî. Kurdo, bi taybetî ji bo ku hin angaştên MacKenzie, yên ku wî ji kesên beriya xwe wergirtibû, pûç bike, pirr xebat kir û di vê yekê de bi ser ket jî, li ber kesên nepak ên ku têkildarî zimanê Kurdî tovên şik û gumanan li dahatûyê direşandin, an jî kesên ku bi hemdê xwe an jî bê hemdê xwe, dixwestin angaştinan bi pêş de bînin, bi lêkolîn û dahûrandinên xwe yên zanistî yên ku saxlemiya bastûra zaravayî ya Kurdî diçespandin, rabû. Gava ku em ji roja îro de berê xwe didine mijarê, ji ber helwesta zexm a Qanatê Kurdo û gelek kesayetên mezin ên ji nifşê wî ye, ku em îro dikarin piyên xwe bi saxlemî di cî de bidewsînin.
Qanatê Kurdo, beriya niha bi pêncî salan, di warên dîrok û rêzimanê de, îmzeya xwe avêtiye binê gelek berhemên bingehîn; wî li berhemên nivîskarên Kurd î klasîk ên mîna Feqiyê Teyran, Şerefxanê Bedlîsî, Ehmedê Xanî, Mela Mehmûdê Beyazîdî, Xaris Bedlîsî, Silêman Selîm, Xosroxan Banî Erdelan û Mestûre Erdelaniyê kolaye, deqên wan ên resen li gel wergera wan a Rûsî daye weşandin. Di nava berhemên wî bi xwe nivîsandî de, ku hejmara wan li dora 100’î ye, Rêzimana Zimanê Kurdî Li Ser Bingeha Zaravayên Kurmancî û Soranî (1957, 1978), ku tê de li rêzimana Kurmancî û Soranî dikole; ferhenga wî, Ferhenga Kurdî (Kurmancî) – Rûsî (1960) û xebata wî ya li ser dîroka wêjeya Kurdî, Tarîxa Edebiyata Kurdî I, II (1983, 1985), ji referansên me yên bo ziman û wêjeya Kurdî ne.
Qanatê Kurdoyê ku yek ji wan feneran e, ku di nava salan re pê berdewam in di dîroka me ya çandê ya ku bêtir ronî dibe de riya me ronî dikin, 31’ê Kewçêra 1985’an, li Lenîngradê, ji penceşêrê mir. Kurdo, tevî nexweşiya xwe, heta kêliya ku ruh li ber bûye, yekane şayîş û xema wî ew bûye, ku xebatên xwe yên nîvcî mayî temam bike. Karê berawirdkirina serkeftinên wî û nifşê wî li gel xewa kesên ku bi çolbirrî bûne helbestkar, nivîskar û akademîsyen jî, bi para giyanên xort û ciwan ên xebatkar û baldar ên nifşê me dikeve.
Kawa Nemir