Heciyê Cindiyekî nemir
Heciyê Cindî. Zargotinzan, zimanzan, ferhengzan, nivîskar, wergêr û rojnamevanekî Kurd ê Êzidî yê ji ferş heta erş girîng ê nifşekî jêhatî yê akademîsyenî, wêje, çand û hunera Kurdan; nifşekî ku îro ro êdî hema bêje li ber rehma jibîrbûnê hatiye hiştin, tiştên ku bi ser xistiye zêde nayên bîra kesî, lê nifşekî ku her wekî tirsa Kafka ya bûyîna “Cihûyê gerok”, angaşta Kierkegaard a ku derpêş dike, wekî mirov kevirê ku lê hildikume û dikeve, dîsa jî di hundirê xwe de digerîne, rast derxe, li derveyê nexşeya Kurdayetiyê ya fireh, li rexê din ê Erezê, di sedsala 20. de, ya ku Eliot gotiye, “sedsala min a ku her bi şûn de diçe geş pê dikeve”, çendî jî kok lê hatibe qelandin, reh û rîşên xwe berdaye nava Yekîtiya Sovyetan û bûye hût. Heciyê Cindiyê ku di sedsala xwe de, li ser navê Kurdan, di gelek tiştên pêşîn de bi ser ketiye, kesayetekî bilind e, ku nîşanî me hemûyan daye bê ka tempoyeke xebat û berhemhênanê ya ku mîna bahozê tiraliya me kajovajî kiriye, tiştekî çawa ye û bi raya min, bi xwe dîsa ew kes e, wekî divê bi piyekî leztir em navê wî tevî navên kesayetên Kurd î gewre yên mîna Celadet Bedirxan, Kamiran Bedirxan, Qanatê Kurdo, Erebê Şemo û Pîremêrd li bîra hemû nifşan bikolin. Yek ji mirovên ku Kurdên li hemberî mandelkirineke manenda wê di dîrokê de nehatî dîtin bi awayekî bêhempa li ber xwe dayî û hê jî li ber xwe didin, diyarî cîhanê kirine û yek ji mirovên ku kesekî di hinkûfê wî de careke din zehmet e bê ser rûyê cîhanê.
Heciyê Cindiyê profesorê Kurdan ê pêşîn ê li welatê Sovyetê, sedsala 20. pê ve, tevî dijwariyên bi her cureyî, ji gencîneya çanda gelêrî ya Kurdan, parçeyên bêhevta yên mîna kilam, hikayet, destan, qewlik, tiştanok û qelîbotk, bi pûtepêdan û bi rê û dirbên zanistî berhev kirin û ew li pey hev di cildên pirtûkan de civandin û em dikarin bibêjin, wekî wî hema bi tena serê Kurdî ji mirinê rizgar kir, li ser van berhevokên xwe bi Rûsî, Kurdî, Ermenkî û bi zimanine din dahûrandinên girîng kir, der heqê wan de birrek bend û nivîsên zanistî nivîsand, bi tempoyeke xebatê ya ku hê jî kesî pêk neaniye, samaneke çandî ya bêhevta ji nifşên Kurd ên dahatûyê, ji me re wekî mîrate hişt. Ji ber ku wî ev mîrateya xurt bi viyaneke ew çend mezin ji me re hiştiye, îro ro gelek helbestkar, nivîskar û çend mirovên çandê yên nifşê Rewşena ku berhema salên 90’î ye, bi her sala ku derbas dibe re diafirînin û dibin hût. Heciyê Cindî; qerewêlê nebez ê çanda Kurdî ya devkî ya dêrîn û ya nivîskî, ku hewil dide li bingehên xwe vegere, perên xwe daweşîne ji qiraviya, ji xunaviya sedsalên xewê û şahperên xwe fireh veke.
Cindî, li gorî tomarên Sêwîxaneya Emerîkan a ku di serê sedsalê de li Qersê hatibû damezirandin, di sala 1908’an de, lê li gorî bîranînên wî bi xwe, di sala 1907’an de, li gundê Emançayîrê yê bi ser Qersê, wekî kurê malbateke Êzidî, heyameke ku şer, qirkirinê, rev û koçê Ermenî, Kurdên Êzidî û Suryanî ji welatê bav û kalên wan rêş dikir ji dayîk bûye. Heciyê Cindiyê ku salên pêşîn ên zarokatiya xwe li gundê xwe derbas kiriye, di sala 1918’an de, dema ku komkujiyan dest pê kir, tevî qefleyên Ermenî û Kurdên Êzidî, ji hêwa ruh, li tixûb xistiye û xwe li Yekîtiya Sovyetan girtiye. Heciyê Cindiyê ku li ser rê û dirbên koçê û cîguhestîbûnê dayîka xwe, bavê xwe, xwîşk û birayên xwe spartiye axê, tevî birrek zarokên Kurd û Ermenî yên piştî komkujiyê sêwî mayî, li Qersê û Gumriyê, li sêwîxaneyan mezin bûye, li wan dezgehan perwerde bûye, di sala 1929’an de jî, Dibistana Zanistên Perwerdehiyê ya Gumriyê kuta kiriye. Sala 1930’yî, di Para Zimanzaniyê ya Zankoya Yêrêvanê de hatiye qebûlkirin û bûye xwendekarê zankoyê yê Kurd ê pêşîn ê li Sovyetan, ku heyameke wisa, wekî di civaka Kurd-Êzidî de xwendin û nivîsandin bi tundî guneh dihate hesibandin, xwendekariya wî ya di zankoyê de ji bo civaka Kurd a li wir bûye rûdaneke pirr girîng. Cindî, di rojnameya Kurdî, Riya Tezeyê de, ya ku di 25’ê Adara 1930’yî de dest bi weşana xwe kir, wekî serokê Para Çand û Wêjeyê dest bi rojnamevaniyê kiriye, heman salê, li Ermenistanê, di damezirana Yekîtiya Nivîskarên Kurd de pêşengî kiriye, sala 1938’an jî, bûye serokê yekîtiyê. Cindiyê ku di sala 1933’yan de zanko kuta kiriye, mastera xwe daye û dest pê kiriye li pey hev berhevok û dahûrandinên xwe daye weşandin. Kesê pêşîn ê di sala 1934’î de benda Kurdî ya pêşîn pêşkêşî Konferansa Kurdzaniyê kirî jî, dîsa ew e.
Heciyê Cindî, di heyna Stalîn de, tevî Cerdoyê Gênco, ji aliyê KGB’yê, ji ber tawanbarkirinên nas î bêbingeh hatiye girtin, lêbelê bi saya serê piştgiriya rewşenbîrên Ermenî yên mîna Hiraçya Koçar û Harûtyûn Mikirtçiyan ji mirinê filitiye. Cindiyê ku digel her tiştî çav ji kulê nedaye hev û dom bi riya xwe kiriye, di sala 1966’an de, bi payeya xwe ya profesoriyê ya di warên zargotinzanî û zimanzaniyê de bûye profesorê Kurd ê pêşîn ê li Sovyetan.
Heciyê Cindiyê ku heke em lodek xebat der heqê wî de bikin, em ê dîsa jî nikaribin layîqî bîranîna wî bibin, bi pirtûkên xwe yên ku bi Kurdî û bi çend zimanên din nivîsandiye, ku hejmara wan di ser 100’î re ye û bi sedan bend û nivîsên xwe, mîrateyeke wisa li dû xwe hiştiye, ku em bixwin nexwin kuta nabe, lê bi raya min, 2 berhemên wî yên pirr girîng hene, ku divê her kes ji xwe re peyda bike. Ya pêşîn, berhevoka wî ya gewre ya bi navê Folklilora Kurmanca ye, Qazî Mihemedê ku di sala 1946’an de Komara Kurdan a Mahabadê damezirandiye û di pey re jî li hemberî Farisan têk çûye û hatiye bidarvekirin, ji bo vê berhemê gotiye, “Va ye Qurana Kurdan ev e!” Ya duduyan jî, yekane romana wî ya bi navê Hewarî ye, ya ku cara pêşîn di 1967’î de hatiye çapkirin û di sala 2008’an de, bi edîsyona xwe ya standart, bi edîtoriya min, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin û bi raya min, ji bo romana Kurdî parçeyekî bêhevta ye, ku divê her nivîskar û xwendekarekî Kurd teqez bixwîne. Heciyê Cindiyê mirovê çandê yê gewre yê ku di 1’ê Gulana 1990’î de, di 82 saliya xwe de koça xwe ji nava me bar kir, bi vê yekane romana xwe, bi asteke zimanî ya ku bi raya min hê jî gelek romannûsên Kurd nikarin bigihîjinê, çîroka nemir a sedsalekê dinizilîne nava çîroka Fêrîk Egîd Polatbegovê helbestkar ê ku di nava refên şoreşê de jiyana xwe ji dest daye, gilî dike. Mirov ku bi tenê vê romanê bixwîne jî, wê ev xwendin têra me bike, wekî em bikaribin hiş û derhişê sedsala bûrî fam bikin.
Bê guman ji bo ku em bikaribin li ser kelepora xwe bi rastî û duristî biaxivin, ev hevnasîn û xwendin ji ferş heta erş ciyê lezkirinê ne!
Kawa Nemir