Welatê Bejî û Deh Koroyên 'The Rock'ê - T. S. Eliot


Welatê Bejî û Deh Koroyên 'The Rock'ê - T. S. Eliot

Ji îngilîzî: Kawa Nemir

Weşanên Bajar
ISBN: 975-8925-06-7

Çapa Yekemîn: Avrêl 2004









Helbestek ji gewreyê gewreyê gewreyê gewreyan, T(homas) S(tearns) Eliot*

La Figlia Che Piange**

O quam te memorem virgo...***
...
Raweste li ser pêpelûka jorîn a derenceyê -
Pala xwe bide guldankeke bêxçe -
Bihûne, bihûne tavê li porê xwe -
Hembêz bike kulîlkên xwe bi matmayîneke liyan -
Wan daweşîne erdê û bizivire
Bi dilmayîneke derbeder di çavên te de:
Lêbelê bihûne, bihûne tavê li porê xwe.

Min destê wî wiha ji wê dikir,
Min keçik wiha aş dikir, dikire nava xeman,
Wî wiha dihişt diçû
Wekî giyan bedenê diriyayî û bi kul û bi birîn bihêle,
Wekî hiş bedena ku bi kar aniye çol bike.
Min diviya peyda bikira
Riyeke bê hevta ronî û şareza,
Riyeke ku me her duyan jî fam bikira,
Hêsan û bêsoz û bêqerar, mîna kenekî û desthejandinekê.

Wê berê xwe da çû, lê bi hewaya payîzê re
Bi rojan dor li aşopa min girt,
Bi rojan û bi saetan:
Porê wê li ser milên wê û milên wê tijî kulîlk.
Û metel im çawa bi hev re dibûn!
Ez ê ji jestekê û ji bizavekê bimama.
Carinan ev ponijan hê jî şaşwaz dikin
Nîvşevên şepirze û vêsanên danê nîvro.

* Ji wergera min a T. S. Eliot, "Welatê Bejî û Deh Koroyên 'The Rock'ê", rûpel 42, Weşanên Bajar, Avrêl 2004, Stenbol, 137 rûpel
** Xamaya Ku Digirî
*** (Bi Latînî) Lêlê keça xama, bi kîjan navî te bi nav bikim?