Requiemek Ji Bo Azad Ronakbar


Li ber tava kiz a ku hê jî dest ji pêsîra vê payîza welatê Serhedê bernade, li Wanê, li nêzîkî perava yekane behra me, ewa ku hew texlîdek masî kiriye nesîbê me, ku ev du sal e ez têm û diçim, lê min hê navê wî yê bi kurdî ji devê kesekî nebihîstiye, wê kêliya ku hogirê min, Samî Gorendax, ê ku li ser xeta hemû kurdiya me ya delal, di nava kurdiya Çelê û Serhedê de kil dibe, ji min re qala vê yekê dikir: “Bi ya min, Nietzsche xelet bû ku gotiye, di nava zindiyan de zindiyê ku ji hemûyan zêdetir diêşe kûçik e. Bi raya min, ew zindî ga ye, yê ku di nava hemû zindiyan de êş û jana herî mezin dikişîne. Bo te bêjim, li ba me, li wan deran dibêjin, “gayê ser hatî mîzkirin”. Bo te bêjim: Li ber tava ku mêjiyê însên diqelîne, gayê belengaz piştî wexteke xebat û olama giran dipelişe erdê, ne ku bi dilekî rihet dimerixe, lê hema rast dipelişe erdê, nema dikare rabe. Ga li erdê, heywanên garên ên li ser simên xwe, her ku di ber vî gayî re derbas dibin, bi ser de mîz dikin. Ka bide bîra xwe şikence, êş û azareke çawa ye, wekî garanek tev de bê bi ser gayekî de mîz bike, an jî hebekî ji dûr ve peşkên mîza wan bêne ser, li ber sêla sor a Mala Qudretê, di vê rewşa berbad de…”

Hogirê min, Samî Gorendax gava ku bi boneya rewşeke me ya ji aş û bajêr qala vê nimûneyê dikir, xebera mirina Azad Ronakbarê helbestkar, çîroknûs û wergêr mîna hatina kaxiza reş gihişte min. Li abirriya bendewariya xwe ya ku ez bi delalî xwedî dikim, ev nêzîkî mehekê ye ez dîsa li Kurdistanê me û ev demek e jî ez li Wanê me. Nêzîkî du hefte berê, ez û hevaleke xwe, em li erebeyekê siwar bûn, me di ser Bayîzaxayê re berê xwe da ber bi navika welatê Serhedê, bi ger û geryaneke ku timî yek ji xewn û xeyalên min bû, em heta Bayîzdê çûn, me seriyek da Sedêyê Sehernazê û hogirên xwe yên din, me Memê jî bi dilekî tijî kul û keder şande eskeriya tirkan, Îbrahîm Yilmazê anarşîst jî li wir hişt, xwedê zane ka wî ji wir berê xwe da Yemenê an Filistînê, û ji wir me pişta xwe da Çiyayê Girîdaxê û sûretê pîroz ê Ehmedê Xanî, me di nava Avekevirê, Qerekilîsê, Dutax, Xamûr û Panosê re şevekê xwe gihande Elcewazê, li ber û berê Behra Wanê em hatin li Xelatê, li Xelata sîngê xwe dayî ber pêlên har ên bêdawîtiyekê, li otêleke li ber deryayê me hêwra xwe danî.

Ji ber ku bi tenê gotinek e ez ê bi kar bînim, hema bila xwedênenasiya min çîçkekî bilewite, sibehtirê, piştî taştê, ez li Xelatê ji otêlê derketim, daketim ber Behra Wanê, ber sur û seqem, ba û bagera ku tu nedima min bi erdê ve bike cûm, min di cî de bike darikekî ku li ber wê sermayê ber pêlên darbesta kêliyan ketibe. Bi wî halî, ez heta marînayê meşiyam, derketim ser zinarên pêlşikên, çûm heta serê fenera bi rengê spî boyax kirî ya li ber devê marînayê. Ez xwedênenas im, min heta niha timî xwe ji xwedê kiriye, ez ê vê carê xwe ji xwedê nekim: Wê kêliya ku ez li ber wê fenera li ber devê Marînaya Xelatê bûm, a ku sêhreke ez ê dibe ku nikaribim çu carî binivîsim li min girêda, pêşî ew epîgrafa ku T. S. Eliot ji Seneca wergirtiye, “Quis hic locus, quae regio, quae mundi plaga?” (Kîjan der e ev der, kîjan dever, kîjan wargehê cîhanê?) û di destpêka helbesta xwe ya bi navê “Marina”yê de bi kar aniye ji nişkê ve kete bîra min. Hema di pey re jî, li ser pêlşikênên ku li ber pêlên har mîna Kurdistana me û zimanê wê li ber xwe didan, li ber fenera li ber devê marînayê, li ser serê min telpên ewrên reşqetran, ku te digot qey xwe di zikê deryaya me didan, di nava reşên beyaniyê û mij û moraneke stûr re, ku xwezî Carl Sandburg ev bergeh carekê bidîta, min berê xwe bi jeber, bi hember, bi wê gerdeniya bedewiya bedewiyan, bi Tetwanê ve kir, Tetwana ku heşt sal berê Jorîn Mamûka Tetwanî ya xwendekara min a dersên kurdî li Stenbolê gotibû min, navê Tetwanê bi kurdî Tûx e û her wisa di bîra min de ma, wê kêliya ku min ji wê dûriyê ve, hewil da ku di ser deryayê re Tetwanê bifesilînim, min di dilê xwe de got: “Li wir, heval û hogirekî min heye. Ew der welatê Azad Ronakbar e; ewê ku bi dilpakiya xwe ve, bi hezkirina xwe ve, bi bengîtiya xwe ve yek ji şervanên hebûna gelê xwe û zimanê xwe ye, ewê ku li pey zeftkirina stranên zimanê xwe ye, ewê ku, çendî ne xwediyê wê hêz û şiyanê be, da ku bikaribe li ser piyan bisekine, timî li erdê, lê bi xerîbdostiya xwe ve hêz û şiyanê dide derdora xwe, ewî ku wergerên xwe yên ji Nâzım Hikmet şandibû ji min re çend sal berê, ewî ku karî payeyekê bide bîşenga temenê me Serhediyan…”
Di pey re min got, em bajon herin Tetwanê, ez ê biçim serdana Azad Ronakbar, ez ê jê re bibêjim, di çarçoveya gulvedana giyanê me de gelek pirtûk û berhemên nû derçûn her wekî niha ji zû ve ev nûçe gihiştine te, ez ê piştî vegera xwe ji te re pirtûkan bişînim. Lê hê em ji Xelatê derneketibûn, berfê dest pê kir lê kir, li ber û berê deryayê û kanîzilên di nava mij û morana stûr de, em hêdî hêdî çûn Tetwanê. Heta ku em ketin nava Tetwanê, êdî wext bi têra xwe dereng bû. Olama dinyaliga derewîn, dinyaya gewrik, karên ku diviya me bi lez xwe bigihanda ser, civanên li hêviya me, çavpêketinên ku li Wanê li benda min bûn û gelek kurrederên mayîn… Em nesekinîn, me di nava Tetwanê re ajot, bi qewlê ku min di dilê xwe de da xwe, wekî ez beriya sersalê ji Wanê bi rê bikevim, di wê xopana Balabanê re “bikaribim” derbas bibim herim Tetwanê, hema xapexap bi ser Azad Ronakbar de bigirim, tevî pirtûkên nû, deng û behsên dilxweşker û rêxweşker, bibim mêvanê wî…
Lê meyser nebû. Azad Ronakbar koça xwe ji nava me bar kir. Bêyî ku bikaribe berhemine xwe çapkirî bibîne, wexera dawî kir. Emanetek sparte me û emrê xwe bi xortanî da me hemûyan.
Kingê ku Tetwan dihate bîra min, şilorên ku par Miraz Ronî di nava daristana Çiyayê Nemrûdê de nîşanî min dabû, dar û ber, zang û zinarên tirsedêr, gîha, kulîlk û peyvên kurdî yên min heta wê gavê hîç nebihîstî, her sê deryaçeyên me yên volkanîk, ew rengê şîn, ku min di temenê xwe de li çu devereke din hê jî nedîtiye, şeva me ya li Tetwanê ya li peravê, çend şevên me yên li şaneşîna mala hogirekî me yê ji wir li ber nermebayê şeva Tetwanê, wapora xwe spartî lengergeha Tetwanê, gora Şehîd Mizgîn, gora Mamê Feqî Huseyn û kurê wî yê berwext koça xwe ji vê cîhanê bar kirî, hevalê min ê ji NÇM’ya Stenbolê, gerîlayê pakrewan, Şefîqê ArAvBaJîn (yê ku Ax ji bîr kir, çû Wir), dara gêlazan a geş a li wê goristanê, ew bedewtirîn gerdeniya li cîhanê, zelaltirîn sûretê bajarekî bi navê Tetwan dihatine bîra min û ne kêmî wan, belkî zêdeyî van yekan, bengiyekî ziman û helbesta kurdî, Azad Ronakbar dihate ber çavê min. Tevî wê nexweşiya xwe ya giran a bi salan, ew kêferata wî ya bo nivîsandina bi kurdî.

Min di sêrî de behsa wê nimûneyê kir, a ku Samî Gorendaxê delal li vir, li Wanê da min. Wê kêliya ku xebera mirina Azad Ronakbar gihişte min, ji ber derengmayîneke din, ku ji min re bû kul û kovan, ez wê kêliyê ketim wê rewşê. Çawa ku wê gotinê bê rawestan di serê min de deng veda: “Mîrê’m, borî; mîrê’m, borî; mîrê’m borî…”

Heyat belkî timî derengmayînek e; bi mebesta hevdîtinê, hevnedîtinek e.Heyat belkî carinan bêrengmayînek e; bi mebesta jiyînê, nejiyînek e.Heyat êdî ew tişt e, bêyî Azad Ronakbarê helbestkar, ê ku gihişte hembêza welatê xwe.Çawa gotî; Tu ji pişta me çûyî.Li dîwarên dilê xwe dinivîsim: “Ez ê bêriya te bikim.”

Kawa Nemir
26 Berfanbar 2010
Wan