Hemû Soneyên William Shakespeare


The Complete Sonnets of William Shakespeare -
Hemû Soneyên William Shakespeare

Amadekar & Wergêr: Kawa Nemir

Weşanên Lîs

Çapa Yekemîn: Reşemî 2010


Sone 25

Bila yên ku sahibrewac in, bi xeml û xêzan,
Bi text û tacan, nîşanên fêzan fortan bikin,
Bext textekî wiha nedabe jî minê xizan,
Şad im bi şanên pê re min şadê şadan dikin,
Perîmîr vedidin perên pelên xwe yên bedew,
Lê wax gidî, wekî mexmorkan in li ber tavê,
Di wan de wer xef dimîne kawiya wan û hew,
Te dî rû tirş kirin, mirêsa wan çû ji navê.
Şervanê zor î navdar î di şêr de pêşîkêş,
Ku piştî hezar serkeftinan te dî bû şemo,
Navê wî'j sînemdeftera rûmetê dikin rêş,
Ji keda wî çi mabe, tê jibîrkirin hemû.
Nexwe şad im minê ku evand, hatim evandin,
Bi war, bê war, ne diqedim, ne jî têm qedandin.

William Shakespeare
Ji Îngilîzî: Kawa Nemir