Gilgamêş û Çend Mythosên Din


Gilgamêş û Çend Mythosên Din
Ji Îngilîzî: Kawa Nemir
Weşanên Jiyana Rewşenê - Mîtolojî
Çapa yekemîn: Sermawez 2000 - Stenbol

GILGAMÊŞ*

Guhertoya Yekgirtî ya Babîlî

LEWHE I

Ez ê vebêjime dinya alemê hemû kirinên wî,
Ez ê eşkere bikim hemû serpêhatiyên wî.
Li welatan têk de geriya.
Ewî ku giş ezmûn kir û hemû zanatî bi dest xist.
Fêrî her tiştê nepenî bû û çi ku veşartî bû, wî eşkere kir,
Çîrokeke demên beriya Tofanê bi şûn ve anî
Derketibû rêwîtiya dûr, fireh û dijwar û dawiyê dest jê kişand.
Hemû zehmeta ku kişand li bîrdariyeke bîranînî ya kevir kola
Dîwarê bajarê Ûrûkê da avakirin, koz û hoza
Pîroztirîn Eannayê, ku gencîneya pakîzer e.
Li dîwarê wî yê ku fenanî kembereke sifir e binihêre,
Çav bidêre kêferata lê çûyî, ku tu kesekî din nikare bide ber hev,
Têkeve şêmûga ji dema ji bîr bûyî mayî,
Nêzîkî Eannayê bibe, ku mala Îştarê ye,
Ya ku wê ne tu keyserekî dahatûyê, ne jî mirovek berawir bike!
Here derkeve ser bircên Ûrûkê, li dorê bigere!
Hîm saxtî bike û hûr hûr li çêbûna kerpîçan binihêre!
Bi çavên serê xwe bibîne ku kerpîç kerpîçên şewitandî ne.
......

* Ji berhema min a wergerê ya pêşîn, Gilgamêş û Çend Mythosên Din, rûpel 19, Weşanên Jiyana Rewşen, 190 rûpel, Sermawez 2000, Stenbol